25 July 2026 - 10:56
Desthilatdariya Îranê; sedema dijminahiya neyaran

Xetîbê nimêja Înê ya Mêhabadê di axaftina xwe de, wekî bersivek li hember kiryarên dawî yên dijminên derveyî, bal kişand ser vê yekê ku pirsgirêka sereke ya dijminan, hêz û serbixwebûna Îrana Îslamî ye.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyîan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA –Mamosta Kawe Îsmaîlî, xetîbê nimêja înê ya Mehabadê, bi amajekirina bi tawanên dawî yên Amerîkayê yên li dijî welatê me, tekezî li ser amadebûna miletê Îranê ji bo parastina rûmeta welat kir. Her wiha belavkirina şayîan, buhtan û afirandina nakokiyan wekî sedemên zirarê bo ewlehî û aramiya civakê bi nav kir.

Mamosta Îsmaîlî bi mehkûmkirina tawanên dawî yên dijminê amerîkî li welatê me, destnîşan kir: ‘Miletê Îranê bi yek dil û yek deng amade ye ji bo parastina rûmeta welat.’

Wî zêde kir: ‘Dijmin, izzet, desthilat û serxwebûna Îrana îslamî qebûl nakin û pirsgirêka wan a sereke bi hêza Îrana îslamî re ye.’

Mamosta Îsmaîlî di beşeke din a xutbeyên xwe yên nimêja înê de, hin îşaret bi şermezarkirina kiryarên kesên ku bi buhtan, îftira, belavkirina şayîan û avakirina nakokiyan hewl didin aramiya civak û xelkê têk bibin, kir.

Xetîbê nimêja înê ya Mehabadê di vê derbarê de tekez kir: ‘Bi niyetpakî, hişmendiya medyayî, dûrketina ji dadbarkirina kesên din û çavpêgirtina li şaşiyên xelkê, nehêlin ku hin kes bi her mebest û niyeta ku hebin, bi rûmeta misilmanan bilîzin.’"

…………….

Dawiya Peyam/

Berçavk (Tags): Mamosta Kawe Îsmaîlî- serxwebûna Îrana îslamî- Miletê Îranê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha